Parlamentoya Almanya roja Pêncsemê ji bo naskirina Komkujiya Singalê dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya Almanyaya Federalî roja Pêncşema bê ji bo gotûbêj û dengdana li ser naskirina Komkujiya Êzidiyan a Şingalê civînekê li dar dixe.
Hevkarên hikumeta Alman ên ji Partiya Sosyalîst a Demokrat (SPD), Partiya Kesk a Demokratîk û Azad a Demokratîk, partiyên muxalefetê yên di yekîtiya xiristiyan (CDU/CSU) de pêşniyareke giştî li ser naskirina fermî ya Komkujiya êzidiyan kirine ku wê parlamento Pêncşema bê mijarê gotûbêj bike.
Li gorî agahiyan dibe ku Partiya Çep û Partiya Altarnatîf a Rastgir a Tundraw (AFD) jî piştevaniyê bidin projeyasaya naskirina komkujiya êzidiyan.
Di pêşniyara naskirina jenosîda Êzidiyan de wiha hatiye gotin: "Em serê xwe li hember qurbaniyên qirkirina komî ditewînin. Em dixwazin raya giştî ya Almanyayê li ser rewşa êzidiyan û qirkirina komî ku çekdarên DAIŞê pêk aniye, helwesta xwe eşkere bikin."
Cîgirê Partiya Sosyalîst a Demokrat Derya Turk Nashpur gotiye: "Bi rêya naskirina qirkirina komî, em hewl didin dengê êzidiyan ê zindî bin û em dixwazin ji bo edaletê piştgiriyê bidin têkoşîna wan a dîrokî."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin