Parlamenterên HEDEPê dixwazin li Îmraliyê serdana Ocalan bikin
PeyamaKurd - Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) li hewşa Parlamentoya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo bi li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin ew ê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bidin.
Alîkarê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Saruhan Oluç bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir, ji bo ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin ew dê serlêdana kolektîf pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bikin.
Saruhan Oluç got: “Ne malbat ne jî parêzerên wî ti agahiyê jê wernagirin. Me gelek caran destnîşan kir ku ev rewşeke li dijî mirovahiyê ye. Eger em li hiqûqa neteweyî, hiqûqa navneteweyî û peymanan jî binêrin, ev rewş nayê qebûlkirin. Li cîhanê mînakeke wiha nîne. Mînakek heye ew jî Îmralî ye. Li hemberî birêz Ocalan û 3 kesên din ên li Îmraliyê tecrîd pêk tê.”
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê HEDEPê yê Stenbolê Cengîz Çîçek got: “Ya li Îmraliyê tê kirin di dîroka Komarê û mirovahiyê de bêqanûniya herî mezin e. Ez wekî parêzerekî jî dibêjim ev skandaleke hiqûqî ye, bê qanûnî ye. Ev ji bo hemû parlamenterên ku xebatên qanûndanînê dikin cihê rûmetê ye. Divê li hemberî bê qanûniyan bertekê nîşan bidin. Ev bêhiqûqî bi Îmraliyê re sînordar nîne. Hemû kiryar, bêhiqûqiyên li Îmraliyê wekî penceşêrê di nav gel de belav dibe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin