Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag: Pêvajo ne diyar e

13 gulan 2026 21:06

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agriyê, Heval Bozdag got: "Tu polîtîkayek nehatiye formulekirin ku li gorî hêviyên civakê be an jî bersivê bide fikarên wê. Nêzîkatiya hikûmetê, ya ku berpirsiyariyên xwe paş dixe û pêvajoyê nezelal dike, di xaleke dîrokî ya wiha de nayê qebûlkirin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag: Pêvajo ne diyar e

RûpelNews - Parlamentera DEM Partiyê Bozdag, di nirxandina xwe ya 'pêvajoya çareseriyê' ya li Parlementoyê de destnîşan kir ku 15 meh di ser 'Banga 27ê Sibatê ya ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk' re derbas bûne, û anî ziman ku ji bo bersivdana hêvî û daxwazên gel ti gav nehatine avêtin.

"Pêdiviya gel bi îradeyeke xurt a ji bo aştiyê heye"

Bozdag her wiha amaje bi "Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê" ya ku vê hefteyê li Amedê hat lidarxistin kir û diyar kir ku forumê daxwaza hevjiyan û çareseriyeke demokratîk ji aliyên cuda yên civakê, bi taybetî ji kurdan, derxistiye pêş.

"Di 16ê Gulanê de dê ji bo aşitiyê meş bên lidarxistin"

Bozdag, ragihand ku DEM Partî dê roja Şemiyê, 16ê Gulanê li gelek bajaran meşên hevdem li dar bixe, diyar kir ku meş dê di bin dirûşma "Gavek ji bo Aştiyê” bên kirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Bozdag got: "Em di daxwaza xwe ya ji bo aştiyê û civakeke demokratîk de bi israr dimînin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo xurtkirina vê biryardariyê alîkariyê bikin."