Parlamenterê berê yê Rihayê hat girtin
12 adar 2023 14:30
PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê HDPê yê bajarê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, li ser biryara Dadgeha Bilind roja Şemiyê hat girtin û bo Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat veguhestin.
Hat diyarkirin ku Îbrahîm Bînîcî, li mala xwe ya li Enqereyê hatiye desteserkirin û ew birine Rêveberiya Polîsan a navçeya Çankayayê.
Hat zanîn ku Bînîcî ji ber axaftineke xwe ya sala 2013an a li navçeya Wêranşar a Rihayê ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve bi salek û 18 meh cezayê girtîgehê hatibû sizadan û ew siza jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pesendkirin ku ji ber wê hatiye girtin.
Îbrahîm Bînîcî, berê jî 9 mehan ji Doza Kobanî girtî mabû û piştre 26ê Hezîrana 2021yan hatibû berdan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Parlamenterê berê yê HDPê bi biryara dadgehê hat girtin
11 mjd 2021
Jiyan
Zarokên emirê ISID ê yê berê yê Mûsilê li Rihayê hatin girtin
05 rbn 2022
Jiyan
Parlamenterê berê yê CHPê girtin
29 hzr 2018
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin