Parlamentera AK Partiyê spasiya Erdogan, Bahçeli û Ocalan kir
Parlamentera AK Partiyê Suna Kepoglu Ataman, piştî pejirandina 'qanûna çarçoveyê' li PArlamentoya Tirkiyeyê spasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê MHPê Devlet Bahçeli û rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir.
RûpelNews - Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Suna Kepoglu Ataman li ser 'qanûna çarçoveyê' ya ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hat amadekirin û bi dengdana 'erê' ya 467 parlamenteran li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pejirandin axivî.
Kepoglu bal kişand ser rola kesên ku beşdarî pêvajoya 'qanûna çarçoveyê' bûn û spasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçeli, rêberê PKK Abdullah Ocalan û şandeyên DEM Parti ya Îmraliyê kir û got: "Xwedê ji Serokomarê me birêz Erdogan, birêz Devlet Bahçeli, Abdullah Ocalan, şandeya DEMê û şandeya Îmralî razî be ku bi saya wan me ev roj dît."
