Parlamentarên Kurd yên AKPê bertek nîsanî rêzefîlmê ‘Yalniz Kurt’ dan
PeyamaKurd – Parlamentarê AK Partiyê yê Erdexanê Orhan Atalay, parlamentarê berê û Endamê Rêveberiya Navendî yê AKPê Abdurrahman Kurt û parlamentarê berê yê Mêrdînê yê AKPê Orhan Mîroglu, li hember rêzefîlmê ‘Yalniz Kurd’ (Gurê Bitenê) yê di beşa dawî de heqaret li Kurdan û Statuya Herêma Kurdistanê hatibû kirin, nerazîbûn nîşandan.
Abdurrahman Kurt, di parvekirina xwe ya ser hesabê xwe yê twitterê de got, “Ew fîlm gelekî provokatîf e, kîndarî û neyartiyê di nav gel de çêdike û xwenîşandana zihniyeta muşrîk e. Divê doz bê vekirin.”
Orhan Atalay jî kanala ATV ya rêzefîlmê navborî diweşîne şermezar kir û diyar kir, bêyî guhdana rastiyên dîrokê bi înkar û ehmeqiya dijî sosyolojîyeke milyonî kê dixwaze çi bike?
Orhan Mîroglu jî nivîskar û senarîstên wî fîlmê nijadperestî rexne kir û got, bila Xweda Kurdan û Tirkan ji wan nivîskarên bi kîndarîya etnîkî û hêrsa xwe ew senaryo nivîsîne biparêze.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin