Parlamentarê PDKê: Pistî Cejna Newrozê Rêber Ehmed dibe serokomarê Iraqê

15 adar 2022 23:09
Parlamentarê PDKê: Pistî Cejna Newrozê Rêber Ehmed dibe serokomarê Iraqê

PeyamaKurd – Endamê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Macid Şingalî ji medya Iraqê re ragihand, di çend rojên pêş de wê namzedê PDKê yê serokomarê nû Rêber Ehmed bibe serokomarê nû yê Iraqê.

Macid Şingalî ji Şefeq News re daye zanîn, piştî cejna Newrozê wê Parlamentoya Iraqê roja 26 yan jî 27.03.2022yê ji bo hilbijartina serokomar bicive.

Şingalî gotiye: “Take namzedê PDKê ji bo serokomarê Iraqê Rêber Ehmed e, ku heman demê de berbijêrê Hevpeymaniya sêalî ya PDK, Tevgera Sedir û Hevpyemaniya Siyade ya sunîyan e.”

Macid Şingalî destnîşan kiriye, hilbijartina Rêber Ehmed wek serokomar hatiye zelal kirin û di çend rojên pêş de Rêber Ehmed wê bibe serokomarê Iraqê.