Parlamena Kurdistanê ji bo hilbijartinên Kerkûk û Mûsilê gilî dike

04 îlon 2019 15:10
Parlamena Kurdistanê ji bo hilbijartinên Kerkûk û Mûsilê gilî dike

PeyamaKurd - Seroka Komîta Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand, Parlemana Kurdistanê giliyê yasayî li dijî bendeke yasayî ya hilbijartina encûmena parêzgehên Iraqê tomar dike.

Parlemanter Ciwan Rojbeyanî ji K24ê re ragihandiye, ew gilî li Dadgeha Bilind a Federalî dikin, ji ber ku li gor yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê, koçber divê vegerin navçeyên xwe û li wir beşdarî proseya dengdanê bibin.

Ji bo wê mebestê jî îro Komîta Navçeyên Kurdistanî dicive û parêzerekî Parlemanê radispêrin ji bo hefteya bê serdana Bexdayê bike û gilî tomar bike.

Ciwan Rojbeyanî diyar kir, beşek ji welatiyên Kurd ên Kerkûk û Mûsilê koçber in û navçeyên wan di rewşeke ne asayî de ne û nikarin ji bo dengdanê vegerin û bi wê yekê mafê wan ê dengdanê dişewite.

Herwiha bi hezaran malbatên parêzgehên Nînowa, Diyale, Selahedîn û Enbarê li Herêma Kurdistanê û li kampan in û nikarin ji bo dengdanê vegerin navçeyên xwe.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê 1ê Nîsana 2020an tên lidarxistin.