Parlamena Iraqê bi 2 projeyasan dixwaze deshilatên Kurdistanê kêm bike
PeyamaKurd – Hat zanîn ku Parlamentoya Iraqê bi rêya du projeyasayan hewl dide desthilatên herêma Kurdistanê kêm bike.
Li gorî nûçeya BasNewsê endamê kurd ê parlamentoya Iraqê Mihemed Emîn Faris ragihandiye ku têbiniya kurdan li ser hejmarek madeyên her du projeyasayên encûmena parêzgehên Iraqê û desteya nezahe ya Iraqê heye.
Faris li ser wan herdu projeyasan wiha gotiye: “Ji ber naveroka wan du projeyan, beşek ji desthilatên herêma Kurdistanê tên kêmkirin an jî radikin, ji ber wê eger ew xal neyên çareser kirin, wê demê kurd boykota dengdanê li hember wan her du projeyasayan dê bikin û deng nadin.”
Parlamenterê kurd anî ziman ku serokê fraksiyonên Kurdistanî li civîna taybet derbarê serokê fraksiyonan de wê vê babetê bikin rojev, eger em negihîştin rêkeftinê wê demê kurd dê deng nedin her du projeyasayan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin