Parêzvanên Sorisa Îranê dikevin nav lîsta terorê
PeyamaKurd- Koalîsyona di bin serokatiya Amerîka û Îranê de gav û gav nêz dibin ku parêzvanên Şorişa Îranê bixin nava lîsta terorê. Çavkaniyên Erebistanê ragihand ku di nava wan de fermandarê tûxaya Qudsê Qasim Silêmanî jî heye û wan xistine lîsta terorê. Di nava lîsta Amerîkayîyan de navên du kesan derbas dibe lê yê Silêmanî derbas nabe.
Amerîka, Erebistana Si’ûdî, Bahreyn, Qatar, Emarat, Kuweyt û Umman Silêmanî jî di nav de, navên 9 kesan xistin lîsta terorê. Navên kesên din ku xistine lîsta terorê nehat aşkerakirin lê ji fermandarê Îraniyan Îsmaîl Kowsarî ragihand ku navê Qasim Silêmanî bi zanîn xistine nav lîsta terorê, bi sedema ku Erebistan dixwaze kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı binpûş bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin