Parêzgariya Hewlêrê: Her kesê ji derveyî Hewlêrê bên wê 48 saetan bên kerentînekirin

06 tîrmeh 2020 17:00
Parêzgariya Hewlêrê: Her kesê ji derveyî Hewlêrê bên wê 48 saetan bên kerentînekirin

PeyamaKurd - Li gor biryara Parêzgariya Hewlêrê, her kesê ji parêzgehên din bên Hewlêrê, wê ji testa Korona bên derbaskirin û 48 saetan jî bên kerentînekirin

Hêmin Qadir, Cîgirê Parêzgar û Berdevkê Odeya Operasyonan li Hewlêrê ragihand, wan biryar daye, her kesê ji parêzgehên din bên Hewlêrê, ji testa Koronayê derbas bibin û wê 48 saetan bê kerentînekirin.

Berdevkê Odeya Operasyonan li Hewlêrê dibêje, dema ku di encama testê derket bi Koronayê ketiye ew kes dê li Hewlêrê bê çareserkirin.

Hêmin Qadir herweha dibêje, ew kesên têne kerentînekirin, ew ê ku moleta rêpêdanê bi wan re heye, herweha rê bi wan kesan tê dayîn ku belgeya testa Koronayê ji taqîgeheke bawerpêkirî bi wan re be lê divê zêdetir ji 24 saetan sere derbas nebûbe.

Li gor gotina Hêmin Qadir, li bazgehan ji aliyê kompaniyên kerta taybet ve, hotêlên 4 stêrk û 5 stêrk ji wan kesan re tê peydakirin ku têne kerentînekirin, xerciya kerentêneyê û testa Koronayê jî li ser hisabê wan kesan e.

Berdevkê Odeya Operasyonên Hewlêrê behsa wê yekê kir ku ev yek xelkê Hewlêrê li xwe nagire ku serdana qeza û bajarokê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve dikin û pişt re vedigerin Hewlêrê.