Parêzgarê sepnadî yê Kerkûkê Cibûrî bi egera ku gendelî kiriye li dadgeha îfade da
PeyamaKurd - Careke din parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, bi egera keysên wî yên gendelîyê bi zeyerkirina samanê giştî, bo cara dûyem li pêş dadwerê vekolînê li dadgeha Kerkûkê amadebû û vekolîn li gel hat kirin.
Çavkaniyekî li dadgeha Kerkûkê ragehand: Piştî ku meha borî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi kefalet hat azadkirin, careka din li ser skalaya parlemantarê Kurd Dîlan Xefûrî di civata nûnerên Îraqê de careke dî ji aliyê dadgeha Kerkûkê ve hat gazîkirin.
Her wî çavkanî aşkere kir, piştî 3 demjmêran ji vekolînê, dadgehê danîştin bo demeke din bi dawî xist.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin