Parêzgarê Semsûrê yê bi mexdûrên erdhejê keniyabû îstifa kir

10 adar 2023 22:30
Parêzgarê Semsûrê yê bi mexdûrên erdhejê keniyabû îstifa kir

PeyamaKurd – Parêzgarê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, Mahmut Çuhadar ku piştî erdhejê rastî protestoyên xelkê Semsûrê hatibû, îro 10ê Adarê karvekêşana xwe ragihand.

Parêzgar Çuhadar, li ser medya civakî îstifaya xwe ya ji parêzgariyê eşkere kir û wekî hinceta karvekêşanê jî rewşa tenduristiya xwe nîşan da.

Çuhadar di daxuyaniya xwe de gotiye ku we jê piştrast e ku wê birînên felaketa erdhejê bi hevkariya milet û dewletê bên dermankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di roja duyem a erdhejê de ji ber ku tîmên rizgarkirinê bi hawara xelkê di bin kavilên avahiyan de neçûbûn, welatiyên Semsûrê bi ser avahiya parêzgariyê de girtibûn û parêzgar Mahmut Çuhadar protesto kiribûn. Parêzgar Çuhadar herwiha di dema karesata erdhejê de kenê xwe bi welatiyan anîbû û ev jî rastî bertekan hatibû.