Parêzerê malbata Dedeogullari doz li dadger, dozger û polîsên Konyayê vekir
PeyamaKurd - Parêzerê malbata Dedeogullari a Kurd ku li Konyayê bi awayekî hovane bi malbatî hatibûn qetilkirin, Abdurrahman Karabulut ragihand, wan ji ber xemsarî û erka xwe bi xirabî bikar anîne, giliyê dadger û dozgeran, rêveberiya polîsan a Konyayê kir.
Lêpirsîna komkujiya nijadperest a ku 7 endamên malbata Dedeogulları li navçeya Meramê ya Konyayê jiyana xwe ji dest dabûn, berdewam dike.
Parêzerê malabta Dedeogullarî Abdurahman Karabulut, li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê lêpirsînê de daxuyanî da û ragihand, wan li dijî polîsên bajarê Konyayê, dadger û dozgeran giliyên xwe tomar kirine.
Abdurahman Karabulut got, rêvebiriya polîsan, dadger û dozgeran di mijarê de xemsarî kirine û erkên xwe bi xirabî bikar anîne ku bûye sedema kuştina endamên malbata Dedeogullarî.
Karabulut diyar kir: “Derbarê komkujiya Konyayê de, ji ber sedema binpêkirina mafê jiyanê û xemsariyê ku bûye sedema kuştina bi qestî, me giliyên xwe yên li dijî dadger û dozgerên li ba Desteya Dadger û Dozgeran tomar kirin. Ji bo rêveberiya polîsan jî me gilî li dozgiriyê tomar kir. Weke koma parêzerên malbata Dedeogulları, em dê di pêvajoya pêş de jî ji bo cezakirina hemû berpirsyaran serlêdanên pêwîst bikin.”
30yê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Kurd a ji Qersa Bakurê Kurdistanê êrîşeke nijadperestî pêk hatibû û 7 endamên malbatê hatibû komkujkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin