Parêzerê Demirtas bû bernamzedê saredariya Diyarbekirê

21 berfanbar 2023 23:48
Parêzerê Demirtas bû bernamzedê saredariya Diyarbekirê

PeyamaKurd – Parêzerê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku 7 sal in girtiye, Mahsunî Karaman, ji bo bernamzediya hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê, serlêdan kir

Karaman li ser medya civakî serlêdana bernamzediya xwe eşkere kir û got, “Diyarbekir bi nasnameya xwe ya qedîm di dilê her kurdekî de cihekî taybet distîne. Ew keleha îradeya siyasî ya Kurd e. Ji berpirsiyariya bi rûmet a parastina vê keleha emaneta serokên me yên bedelên giran ji bo wê dane, bigrim ser xwe, min ji bo bernamzediya seroktiya şaredariyê li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serlêdan kir. Ji hemû kesên bo vê peywira bi rûmet serlêdana bernamzediyê kirine re serkeftinê dixwazim.”