Parêzeran nameya Ocalan xwend: Li bendê me...
PeyamaKurd - Parêzerên Serokê PKKê yê zindanîkirî li Greva Îmraliyê Abdullah Ocalan, îro derbarê hevdîtina xwe ya 22yê Gulanê de û peyamên Ocalan ên ji bo çalakvanên grevên birçîbûnê daxuyanî dan.
Parêzerên Ocalan diyar kirin ku Ocalan bi israr xwestiye dawî li grevên birçîbûnê bê anîn û nameyek bi destnivîsa xwe jî ji çalakvanên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser wî ev çalakî dane destpêkirin, nivîsandiye.
Parêzeran bal kişandin ser hevdîtina ligel Ocalan û dan xuyakirin, Ocalan xwestiye daxuyaniya wî ya berê ku daxwaza lihevkirin û muzakereyan dike bi hûrî bê nirxandin û li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî di wê çarçoveyê de bê rawestîn.
Di nameya Ocalan de jî hat gotin, ji ber ku grevên wan gihîştine armanca xwe divê werin bidawîkirin.
Ocalan di nameyê de xwest; "Di çarçoveya daxuyaniyên parêzêrên min de, li bendê me hûn çalakiyên xwe bidawî bînin."
Sayın Öcalan’ın grevcilere hitaben kaleme aldığı mektup pic.twitter.com/OnUlwRB8U7
— Asrın Hukuk Bürosu (@asrinhukuku) May 26, 2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin