Parêzgarê Silêmaniyê ji bo avadankirina Silêmanî û Helebceyê spasiya hikûmeta Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseyeke mezin û berfireh ya avedanî û vejînê li Silêmanî, Helebce û îdareyên serbixwe diqewime û dilê bi hezaran kesan, bi taybetî yên ku bi çandiniyê re mijûl dibin wê xweş be.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro 30yê Tîrmehê di civîneke rojnamevanî ya li gel Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah de got: “Di dîroka Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, cara yekem e ku daxwazên Silêmanî û Helebceyê yên ji hikûmetê tên kirin, di asta sozan de namînin, berevajî vê, bi kiryar bersiva wan tê dayîn û biryar ji bo wan tên dayîn û proje ji bo sînorên her du parêzgehan têne cîbicîkirin.”
Heval Ebûbekir bi navê Parêzgarê Silêmaniyê û bi nûnertiya Parêzgarê Helebce û Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Serokê Dîwanan Encûmena Wezîran Omêd Sebah û tîmên hikûmetê kir, ji ber biryarên wan ên girîng ên di warê xizmetguzariyê de ji bo Silêmanî, Helebce û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê.
Parêzgarê Silêmaniyê bal kişand ser ku xizmetguzarî dê bandorê li ser pêkanîna erkên hikûmetê li Silêmaniyê, Helebce û Germiyanê û xelkê wan bike û dê asta xizmetguzariyê baştir bike û daxwazên xelkê bicih bîne.
Herwiha Heval Ebûbekir da zanîn, îro bi biryar desthilatdariya îdarî û darayî ji parêzgeh û îdareyên serbixwe ên Silêmanî û Helebceyê hate zêdekirin, ku dê bibe gaveke girîng û sedemek ji bo pêşketina kar û erkên hikûmeta xwecihî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin