Papa vê sibehê ber bi Bexdayê ve bi rê ket
PeyamaKurd – Papa Francis di saet 09.35an de, bi dema Hewlêrê li Balafirxaneya Fiomicino ya li Roma, ber bi Bexdayê ve bi rê ket û di saet 14:00an de digihije Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê.
Papa Francis, wê li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, bi merasîmekê fermî, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve bê pêşwazîkirin û paşê wê Papa û Kazimî, li holeke Balafirxaneyê civînekê li dar bixin.
Herwiha piştî civîna bi Kazimî re, Papa dê berê xwe bide Koşka Serokatiyê li Bexdayê û bi merasîmekê dê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve bê pêşwazîkirin û li nivîsîngeha taybet a Serokomariya Iraqê Berhem Salih û Papa Francis dê bicivin.
Bernameya Serdana Papa Francis ku îro (05.03.2021) digihije Bexdayê
Saet 09.30 ji Balefirxaneya Fiomicino li Roma ber bi Bexda bi rê dikeve
Saet 14.00 digihe Balafirxaneya Navdewletî ya Bexda
Saet 14.00 ji aliyê Mistefa Kazimî ve tê pêşwazîkirin
Saet 14.10 civîna li gel serokwezîrê Iraqê ye
Saet 15.00 merasîma pêşwazîkirina fermî li Koşka Serokatiyê ye
Saet 15.15 serdankirina serokkomar li nivîsingeha taybet li koşka serokatiyê li Bexda
Saet 15.45 hevdîtin li gel rêkxistinên civaka sivîl û şandên diblomatkar li hola koşka serokatiyê
Saet 16.40 civîna li gel esaqife û mamosteyên Kenîsyea Seyide Necat li Bexda

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin