Papa Francesco ji ber nexwesiya bronsîtê hat dermankirin: 'Ez hîn sax im'

01 nîsan 2023 19:45
Papa Francesco ji ber nexwesiya bronsîtê hat dermankirin: 'Ez hîn sax im'

PeyamaKurd – Papa Francisê ku ji ber bronşîtê rakiribûn nexweşxaneyê, îro danê sibê hat tehliyekirin.

Serokê Dêra Katolîk roja Çarşema borî birin Polîklînîka Gemelli ya Romayê. Papayê ku hatibû ragihandin wê ji ber bronşîtê tedawiya antîbiyotîk werdigire, roja Şemiyê danê sibê hat tahliyekirin.

Dema Papa dema ji nexweşxaneyê derket, ji bo silavkirina rojnamevanên ku li ber derî li benda wî bûn, demeke kurt ji wesayîta xwe peya bû. Di vê navberê de bi rojnamevanên ku jê pirsîn “Tu çawa yî?” keniya û wiha bersivand: “Ez hê sax im”.

Papa Francis spasiya rojnamevanên ku ji roja Çarşemê û vir ve li ber nexweşxanê ne kir. Wî herwiha got, ew heyranê xebata dilsoz a bijîjk û ​​hemşîreyên li nexweşxaneyê ye.

Piştî ku ji nexweşxaneyê derketin, hevjînên ku şeva borî zarokê xwe wenda kirin, hatin cem Papa û serpêhatiyên xwe vegotin. Hat dîtin ku Papa demekê ji hevjînên ciwan re dua kir.

Papa Francis ê 86 salî di ciwaniya xwe de ji ber nexweşiyekê beşek ji pişika xwe wenda kir.

Di sala 2021an de, dîsa li Polyclinic Gemelli emeliyata kolon bû.

Papa ku nexweşiya sciatica û çokê wî heye, pir caran kursiya bi teker û çokê bikar tîne.