Ozgur Ozel: Ji bo kongreya derasayî yekem îmze hatin avêtin
Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel ragihand ku ji bo kongreya derasayî ku Serokê nû yê CHPê bê hilbijartin ji niha ve hin delege îmze dan da ku kongre demildest bê kirin.
RûpelNews - Ozgur Ozel ê ku ji erka Serokatiya CHPê bi biryara dadgehê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu wek Serokê CHPê hat destnîşankirin li parlamentoya Tirkiyeyê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Der barê proseya pêkanîna kongreya CHPê de Ozel got: "Biryara dadgehê ji. o kongreyê astengî nîn e. Ji bo kongreyê yekem îmze ji hêla delegeyan ve hatin avêtin. Bi awayeke bi lez ji her deverê Tirkiyeyê îmze tên wergirtin. Ji bo kongreyê divê ji zêdeyî 550 delege îmze bidin."
Çi bibû?
Ozgur Ozel di kongreya CHPê ya 2023 da li hemberî hevrikê xwe yê Kemal Kiliçdaroglu zêdetir deng wergirt û bû Serokê CHPê. Lê belê dadgeha li Enqereyê di 21ê Gulana 2026an de bi hinceta "bertilî anku rişwet ji delegeyan re hat dayîn" biryara betalkirina kongreyê da û Ozgur Ozel ji erka serokatiyê hat dûrxistin bi biryara dadgehê serokê berê Kemal Kiliçdaroglu bo Serokatiya CHPê hat erkdarkirin.
