Ozbekistan bi sedema cejna Remezanê efû derxist

23 gulan 2020 03:53
Ozbekistan bi sedema cejna Remezanê efû derxist

PeyamaKurd- Serokkomarê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyev, bi sedema hatina cejna Remezanê biryarnameya bo girtiyan ku hinek ji wan ketine ber efûyê û hinek ji wan cezayên wan hatiye sivikkirin, îmze kir. Bi taybetî kesên ku ji sûcên xwe poşmanin û yên xwe rast kirine, bêhtir ketine ber efûyê.

Bi biryarnameyê re 258 kes ketine ber efûyê.101 heb bi şert hatine tehliyekirin û cezayê 141 kesan jî kêm kirine.