Otomobîleke cûreya Toyota ji kontrolê derket: 4 kesan can dan
10 tîrmeh 2021 13:59
PeyamaKurd - Do bi şev li gundê Şêx Awdelan ê ser bi bajarokê Helşo yê li navçeya Pişderê (Qeladizê) otomobîleke cûreya Toyota ji kontrolê derket û di encamê de 4 kesan can dan.
Rêveberiya Polîsê Raperînê diyar kir, ew çar kesên can dan, hemû endamên du malbatan in û nişteciyên taxên Raperîn û Aştiyê ne.
Rêveberiya Polîsê Raperînê da zanîn, du kes ji wan kurên şofêr in û du kes jî di bûyerê de bi sivikî birîndar bûne.
Piştî bûyerê hêzên polîsê hawarçûnê yên Pişderê û polîsê binkeya Helşo demildest çûne cihê bûyerê.
Hat destnîşankirin, dosyeya lêpirsîna li ser bûyerê hatiye vekirin û lêpirsîn berdewam e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Otomobîl ji kontrolê derket û da nava xortan: 4 birîndar
13 tbx 2021
Jiyan
Li Awûstralyayê sewatên daristanan ji kontrolê derketin!
27 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin