Otobûsa ku diçû Wanê li Sêwasê qeza kir: 4 mirî, 32 birîndar...
15 cotmeh 2023 13:32
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 15ê Cotmehê danê sibehê otobûsa rêwiyan a ku ber bi bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ve diçû, li navçeya Gurun a Sêwasê wergeriya.
Di bûyerê de li gor zanyariyên destpêkê, 4 kesan can daye û 32 rêwî jî birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan ji bajarê Stenbolê diçû Wanê û îro demjimêr derdora 06:30 li ser rêya Pinarbaşi-Gurunê nêzîkê gundê Cilikanê wergeriya.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristî, parastina sivîlan, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê û camên otobusê hatin şikandin da ku rêwî werin derxistin.
Birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatine veguhestin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Otobûsa diçû Wanê wergeriya: 15 birîndar
17 adr 2024
Cîhan
Li Wanê qezaya pê hev: Gelek birîndar hene!
10 brf 2024
Jiyan
Otomobîla malbata Demirtas ku diçû hevdîtinê qeza kir
06 brf 2019
Kurdistan
Ciwanên Kurd ên revandî dikin mertalên zindî
07 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin