Operasyona DAISê li Kerkûkê!

26 hezîran 2023 12:01
Operasyona DAISê li Kerkûkê!

PeyamaKurd Di operasyona hêzên ewlehiyê yên Iraqê li başûrê Kerkûkê de 3 endamên DAIŞê hatin berterefkirin.

Alîkarê Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Nebîl Îsa di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku îstixbarat bi dest wan hatiye ku çeteyên DAIŞê plan dikin ku pêşî li gundê Turkalanê û piştre jî derbasî navenda bajêr bibin.

Nebîl Îsa eşkere kir, li derdora gundê Turkalanê operasyonek li dar xistine û di encamê de 3 terorîst hatine kuştin û leşkerek jî hatiye kuştin.

Îsa got: “Terorîstan di roja cejnê de li Kerkûkê plana êrîşeke bi xwîn dikirin.

Fermandarê Iraqî diyar kir, wê operasyonên wan hem li navenda bajêr hem jî li bejahiyê berdewam bikin.