Omer Seyîd Elî car din wekî Serokê Gistî yê Goranê hat hilbijartin
14 îlon 2019 17:42
PeyamaKurd - Di civîna îro ya Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê de Omer Seyid Elî car din wekî Serokê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Li gor zanyariyên berdest, Omer Seyid Elî ji koma 44 dengan 28 deng bidest xist û care din wek Serokê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Herwiha ji bilî hilbijartina serokê giştî, dengdan ji bo endamên rêveberiya wê fraksiyonê jî birêve çû.

Li gor dengdana di civînê de,Ednan Osman, weke Serokê Civata Niştimanî, Cemal Hacî Mihemed, wek Serokê Civata Giştî, Celal Cewher, weke Serokê Karûbarê Firaksiyonanî, Birzû Mecîd, weke Serokê Karûbarê Xelkê û Derbaz Mihemed jî weke Serokê Karûbarê Odeyan hatin hilbijartin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî, wekî Serokê Gistî yê PDKê hat hilbijartin!
03 mjd 2022
Jiyan
Özgür Özel car din bû serokê gistî yê CHPê
29 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin