Omer Çelîk: Em lanet dikin, em li dijî her cure tacîz, provokasyon û êrîsan in
PeyamaKurd – Omer Çelîk derbarê êrîşa li dijî buroya hilbijartinê ya AK Partiyê ya Stenbolê da daxuyanî da û wiha got: "Em lanet dikin, em li dijî her cure tacîz, provokasyon û êrîşan in."
Berdevkê Partiyê Omer Çelîk ku derbarê êrîşa li dijî buroya hilbijartinê ya AK Partiyê ya Stenbolê Bahçelîevlerê hat kirin da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Rêxistinên me xebatên xwe yên hilbijartinê bi biryardarî didomînin."
Çelîk eşkere kir:
“Em hewldana êrîşa çekdarî ya li ber Ofîsa me ya Têkiliyan a Bahçelîevler a Kocasinan a Stenbolê şermezar dikin. Em li dijî her cure çewisandin, provokasyon û êrîşên li dijî desthilatdariya siyasî ne. Rêxistinên me xebatên xwe yên hilbijartinê bi biryardarî didomînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin