OCHA: Mirinên li Sûriyê 6 hezaran derbas kiriye, pêdivî bi 400 milyon dolar alîkarî heye

17 sibat 2023 23:25
OCHA: Mirinên li Sûriyê 6 hezaran derbas kiriye, pêdivî bi 400 milyon dolar alîkarî heye

PeyamaKurd – Kordînatorê herêmî yê karûbarên mirovî yê Neteweyên Yekbûyî bo krîza Sûriyê OCHAyê Muhenned Hadî ragihand ku hejmara kesên li Sûriyê di erdhejê de can dane 6 hezaran derbas kiriye û pêdivî bi 400 milyon dolar alîkarî heye.

Kordînatorê OCHA yê krîza Sûriyê Muhemed Hadî got: “Niha tişta em dizanin, li Sûriyê hejmara mirinan 6000 kesan derbas kiriye. Em bi hêvî ne ev amar zêde nebin, lê tişta em dibînin û dibihîzin, wêrankariya ku erdhejê li pey xwe hiştiye bi rastî hêviyeke zêde nade me.”

Hadî da zanîn ku pêwîsatiya wan bi 400 milyon dolar heye daku ew xwe bigihînin nêzîkî 5 milyon kesên li Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Berpirsê OCHA diyar kir ku heta niha wan zêdetirî 120 barhilgir alîkariyên mirovî bi rêya deriyên sînorî yên ligel Tirkiye derbasî herêmên erdhejê yên li bakurê rojavayê Sûriyê kirine û di rojên pêş de jî wê alîkariyên wan zêdetir bibin.