NYê bertek nîsanî zêdebûna "bikaranîna termînolojiya nijadperest" a li ser Twitterê da

07 rêbendan 2023 14:29
NYê bertek nîsanî zêdebûna "bikaranîna termînolojiya nijadperest" a li ser Twitterê da

PeyamaKurd Piştî ku karsaz û milyarderê navdar ê cîhanê Elon Musk Twitter kirî, Neteweyên Yekbûyî (NY) bertek nîşanî zêdebûna "bikaranîna termînolojiya nijadperest" a li ser Twitterê da.

Neteweyên Yekbûyî ji ber zêdebûna "bikaranîna termînolojiya nijadperest" a li ser Twitterê ya ku ji hêla Elon Musk ve hat bidestxistin, şermezar kir, NY diyar kir, li hember îfadeyên nefretê yên ku li ser vê platformê li dijî Afrîkayê têne bikaranîn, pêdivî bi "berpirsiyariya medya civakî ya kûr" heye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya li ser Twitterê, pisporên Neteweyên Yekbûyî piştî kirîna Musk zêdebûna girîng a bikaranîna peyvek nijadperest ji bo danasîna mirovên reş li ser Twitterê şermezar kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Pisporên NYê eşkere kirin: “Di rojên destpêkê yên wergirtina Twitterê de, lêkolîna ji hêla Navenda Lêkolînê ya Veguhestina Tora Zanîngeha Rutgers ve diyar kirin, bikaranîna peyvên nefret û nîjadperest li dijî reşikan, li gorî navgînên berê di heyama 12 saetan de ji sedî 500 zêde bûye.”

Herwiha heman pisporan gotin, "Tevî ku Twitter diyar dike ev li ser kampanyaya trolan e û di vê platformê de cihê zimanê nefretê tune ye jî, ev zimanê nefretê ku li dijî Afrîqiyan tê bikar anîn pir bi fikar e. Ev retorîk heqê bersivek lezgîn a mafên mirovan e."