NY: Sala 2022 saleke karesatî ye, ji bo 183 milyon kesan pêdivî bi 41 milyar dolaran heye

02 berfanbar 2021 21:35
NY: Sala 2022 saleke karesatî ye, ji bo 183 milyon kesan pêdivî bi 41 milyar dolaran heye

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li welatên cîhanê kir ku 41 milyar dolaran ji bo alîkariya 183 milyon kesên hejar li tevahiya dinyayê dabîn bikin.

Li gorî ragihandina Reutersê, Neteweyên Yekbûyî (NY) di banga xwe ya salane de gotiye, "Birçîbûn îhtîmaleke tirsnak e ji bo 45 milyon kesan li 53 welatan. Ji ber guherîna îqlîmê alîkarî jî kêm dibin û ev yek jî dihêle ku rêjeya pêdawîstiyan ji sedî 17 zêdetir bibe. Bêyî karekî domdar sala 2022yan dê saleke karesatî be.”

NYyê bibîr xistiye; welatên Afganistan, Sûriye, Yemen û Sûdan ji wan dewletan in ku aloziyên mezin li wan hene û pêwîstiya wan bi alîkariyeke zêdetir heye, herwiha destnîşan kir ku pêwîstiya Afganistanê bi 4,5 milyar dolaran heye.

Kordînatorê Alîkariyên Lezgîn ên NYyê Martin Griffiths got: "Her kes sedemên hewcedariyê dizane. Cihê xemgîniyê ye ku rewşa şerên demdirêj, nearamî, aboriyên têkçûyî û Covid-19 jî dewam dike."