NY nûnera taybet a Iraqê ji bo sopandina hilbijartinên pêswext erkdar kir
PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza çavdêrî û şopandina hilbijartinên pêşwext ên Iraqê qebûl kir. Hat diyarkirin ku wê ji bo şopandina hilbijartinan tîmeke taybet a NY bo Iraqê bê şandin.
Neteweyên Yekbûyî herwiha nûnera taybet a NY bo Iraqê Jenin Hennes Plasschaert, ji serpereştiya çavdêriya hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê yên pêşwext erkdar kir.
Jenin Hennes Plasschaert Encûmena Asayîşê agahdar kiribû ku gelê Iraqê bi rêya xwepêşandanan banga lidarxistina van hilbijartinan kiriye û niha jî rewş ji bo pêkanîna hilbijartinan asayî bûye.
Jenin bang li gelê Iraqê jî kir ku hilbijartinên di rewşeke aram de derbas bibin, lewra wê cîhan bi meraq hilbijartinan bişopîne û bibîne bê rast û azad in û bêyî zextên siyasî pêk tên.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin