NY: DAIS û rêxistinên din Korona kirin derfeta êrîskirina ser sivîlan
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku alîyên şer ên li Sûriyê rewşa belavbûna vîrusa koronayê ji bo êrîşkirina ser sivîlan bikar tînin.
Komîsera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan Michelle Bachelet, bi daxuyaniyekê ragihand, alîyên şerker ên li Sûriyê ku DAIŞ jî di nav de, rewşa belavbûna vîrusa koronayê li cîhanê wekî derfeta êrîşkirina ser sivîlan bikar tînin.
Bachelet got, di demekê de ku cîhan girîngîyê dide rûbrûbûna nexweşiya Covîd-19 alîyên şerker dest bi birêxistinbûnê kirine êrîşan dibin sivîlan.
Komîsera NY ev yek wekî bombeyekê ku nabe were piştguhkirin bi nav kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demeke êrîşên DAIŞê li heremên Humsê û Dêrezorê zêde bûne ku terorîstên DAIŞê êrîşan dibin ser hêzên rejîma Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin