NY: Bingeha hevdîtinên bi Talîbanê re li ser jina ye
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand bo dewama alîkariya mirovî pêdivî bi balafirgehekî temamî heye. Berdevkê sekreterî giştî yê N.Y. Stephane Dujarric, di civîna rojane ya çapemeniyê de weha got:
“Ji bo em karibin alîkariyê bibin Kabîlê, pêdivî bi balafirgehekî temamî heye. Divê her tiştên wê temam be.”
Li ser pirsa ku Talîbanê got bila jin bo demekî li malê bimînin, Dujarric weha bersiv da:
“Di navenda hevdîtina me ya bi Talîbanê re xebata jinan ya bi ewlehî heye. Li Afxanistanê li dora 3 hezar xebatkarên NY hene û %10 ê wan jin in. Bi sedema ewlehiyê, me ji piraniya xebatkarên cîh xwest ku li malê bixebitin.”
N.Y. Heya niha 100 xebatkarên xwe ji Afxanistanê şandiye Kazakîstanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin