NY: Bi mîlyonan mirov li Sûdanê bi krîza herî mezin a jicîhûwarkirinê ya cîhanê re rû bi rû ne
PeyamaKurd – Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) diyar kir ku li Sûdanê bi milyonan kes bi krîza herî mezin a jicîhûwarkirinê ya cîhanê re rû bi rû ne û ragihand ku rewşa mirovî ya li welêt gihiştiye asteke trajîk.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref IOMê ve ku yek ji rêxistinên navneteweyî yên pêşeng ên sîstema Neteweyên Yekbûyî (NY) ye de hat diyarkirin ku ji ber ku pevçûn di nava 3 mehan de belav bûne tê payîn ku 25,6 milyon kes bi bêewlehiya xurek a dijwar re rû bi rû bimînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Kampa Zemzem a Penaberan a Faşîr a navenda eyaleta Darfura Bakur ku nîv milyon koçber lê dihewîne, kêmasiyeke cidî ya xwarinê heye ku dibe sedema rêjeyên zêde yên kêmxwarinî û mirinê. Li seranserê Sûdanê mirovên jicîhûwarkirî rastî bêewlehiya giran a xwarinê tên.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji ber lehîya ku ji hezîranê vir ve rû da li 11 eyaletên Sûdanê ji 18 eyaletan zêdetirî 20 hezar kes ji cih û warên xwe bûn û wiha hat gotin: "Pirsgirêkên binesaziyê yên ku ji ber lehiyê derketine bû sedema astengkirina belavkirina alîkariyê. Ji ber pevçûnên ku wê di sê mehên pêş de belav bibin, tê texmînkirin ku 25,6 mîlyon mirov bimirin."
Othman Belbeisi, Rêveberê Herêmî yê IOM ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, got: "Guman nîne ku ev şert û merc wê berdewam bin û xirabtir bibin eger nakokî û sînordarkirina gihandina alîkariyên mirovî berdewam bike. Rewşa mirovî gihiştiye asteke şikestî, karesat û trajîk."
Şerê desthilatdariyê di navbera artêş û HDKê de ku piştî desthilatdariya 30 salî ya Omer El-Beşîr li Sûdanê bi serhildaneke gel hat hilweşandin, li dijî hikûmeta bi beşdariya sivîlan derbeya hevpar li dar xist, 16 meh in dewam dike. .
Di şerê ku di nîvê Nîsana 2023an de dest pê kir û li piraniya eyaletên Sûdanê dewam dike, artêş li dewletên bakur û rojhilat serdestiya xwe diparêze, li eyaletên rojava û başûr jî HDK bi bandor xuya dike.
IOMê ragihand ku di du hefteyên dawî de zêdetirî 45 hezar kes koçber bûne û zêdetirî 38 hezar kes jî derbasî welatên cîran bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin