NY: “Asiya Kovid-19 ê neçûye 130 dewletan”

18 sibat 2021 03:16
NY: “Asiya Kovid-19 ê neçûye 130 dewletan”

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku aşiya tê hilberandin bi awayekî adilane nayê belavkirin û weha got:

“ %75 aşiyên Kovid-19 ê tenê li 10 welatan tên bikaranîn lê heya niha yek dozekî aşi neçûye zêdetirê 130 dewletan.”

Guterres di civîna li ser pandemiyê û xwegihandina aşiyan de axifî û got ku eger vîrus weka agirê li daristanan belav dibe, eger ev dewam bike, wê her wext xwe biguherîne, bêhtir ji mirovan bigihê mirovan û dê kujertir be.

Guterres got ku pêdiviya dinyayê bi belavkirin û plankirina belavkirina aşiyê li seranserê dinyayê heye û eger di vê hefteyê de di civîna G7an de çavkaniyên darayî jî bixin nava tevgerê, wê bêhtir fêde çêbibe.