Nûrî Malikî roja Çarsemê serdana Herêma Kurdistanê dike

21 berfanbar 2021 15:36
Nûrî Malikî roja Çarsemê serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Şandeke Çarçoveya Hemahengiyê bi serokatiya Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, roja Çarşemê serdana Herêma Kurdistanê dike û bi Serok Mesûd Barzanî re dicive.

Serkirdeyê Hevpeymana Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî Gatih Rikabî diyar kiriye: “Roja Çarşemê, şandeke Çarçoveya Hemahengiyê bi serokatiya Nûrî Malikî, wê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi Serok Mesûd Barzanî û serkirdeyên PDKê û YNKê re bicive.”

Derbarê armanca serdanê de, endamê berê yê parlemantoya Iraqê û berbijêrê sernekeftî yê Hevpeymana Dewleta Qanûnê di hilbijartinên vê carê de Gatih Rikabî eşkere kiriye: “Armanc ji vê serdanê, gotûbêjkirin derbarê pêşhatên herî dawî, mijarên hilbijartinê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ye.”