Nûnerên Ukrayna û Rûsyayê li Enqereyê bi boksan çûne hev!

05 gulan 2023 18:00
Nûnerên Ukrayna û Rûsyayê li Enqereyê bi boksan çûne hev!

 PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di hevdîtineke bi navbeynkariya Tirkiyeyê ya li Enqereyê de, Serokê Şanda Rûsyayê lala Ukraynayê ji destê nûnerekî Ukraynayê kişandiye û piştre jî boksan pev çûne.

Nûnerê Ukraynayê Oleksandir Marikovski li Lûtkeya Aborî ya Rêxistina Welatên Perava Deryaya Reş, ku li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve çû, tomareke vîdeoyê li ser rûpela xwe ya taybet belav kir û di dîmenan de tê dîtin ku dema ala welatê xwe bilind dike, ji nişka ve Serokê Şanda Rûsyayê yê li lûtkeyê, ala Ukraynayê ji destê Oleksandir Marikovski dikişîne û vedigere.

Li gorî dîmenên belav bûne, piştî ku Serokê Şanda Rûsyayê ala Ukraynayê dikişîne, Nûnerê Ukraynayê jî li pey wî diçe û bi boksan lê dide û ala welatê xwe jê distîne. Piştre jî hin kes dikevin navberê Nûnerê Ukraynayê ji Serokê Şanda Rûsyayê dûr dikin.