Nûnerê PYDê ji AFPê re li ser serdana Fransayê axivî

21 berfanbar 2018 18:38
Nûnerê PYDê ji AFPê re li ser serdana Fransayê axivî

PeyamaKurd - Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xalid Îsa piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê, nûçeyên derbarê serdana Hevserokên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Riyad Derara ji Ajansa AFPê re piştrast kir.

Xalid Îsa ji AFPê re axivî û got, “Dê di serdanê mijarên gefên operasyona Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê û biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna hezên Amerîkî bên axaftin.”

Serdana hevserokên MSDê ji aliyê nivîsgeha Macron ve jî hat piştrastkirin, lê derbarê dema wê de agahî nehatin dayîn.

Nûnerê Daîmî li Neteweyên Yekbûyê (NY) yê Fransayê François Delattre, piştî biryara Trump ragihand ku bala her kesî li ser bakurê rojhilatê Sûriyê ye û dê Fransa di hefteyên dahatu de, HSD jî di nav be bi ewlehiya hemû şirîkên Amerîkayê re ji nêzîk ve eleqedar bibe.