Nûnerê Putin yê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev li ser Kurda daxwuyanî da
PeyamaKurd – Nûnerê serokê Rûsyayê yê Putin ku ji Sûriyê berpirse Aleksandr Lavrentyev ragihand ku eger pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê çareser bibe, wê ji herêmê re îstîqrarê bîne. Lavrentyev, ragihandina xwe piştî civîna Formata Astanayê ku li Kazakistanê hat kirin, da. Nûner, siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê weka felaket binav kir. Lavrentyev weha got:
“Welatên Rojavayî platforma Sûriyê ji bo bi Rûsya re rû bi rû bibin û ji bo rûmeta welatê me kêm bikin bikartînin. Ji ber wê, van welatan ji bo welatên Ereb li herêmê îstîqrarê pêkneynin, ji destê wan çi tê dikin.
Heyetên Amerîkayê meha borî li Rojava bi rêvebirên Kurdan re civiyan û hişyariyê dan grûbên Kurdan da bi Şamê re pêngavan navêjin. Bi rawestandina desteka ji bo Kurdan, wan tehdîd kirin. Kurdên Sûriyê di destê Amerîka de rehîne ne. Welatên Rojava li ser Kurdên Sûriyê zordariyê dikin. Eger ne ji zordariya Amerîkayê bûya, ez bawerim pirsgirêka Kurd dikaribû bilez çareser bibûya. Em dikarin bibin alîkar ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û li herêmê îstîqrar çêbibe.
Me Platforma Astanayê ji bo hemkarên me yên Tirk li Sûriyê di bejayiyê de operasyonên fireh nekin, bikaranî. Eger operasyonê bidin destpêkirin, ne tenê li Rojava lê di Rojhilata Navîn de dibe ku gelek tevlihevî zêde bibe. Divê îzin nedin vê yekê. Em hêvî dikin ku argûmanên me ji aliyê Ankara de bidin berçav û çareseriyên din bên dîtin. Divê Ankara li Rojava di operasyonan de hêzekî zêde bikar neyne.”
Di Platforma Astanayê de Rûsya, Îran û Tirkiye hene ku li Kazakistanê civîna wan hat kirin. Lê her sê dewlet jî balkêşe heya niha di mijara pirsgirêka Kurdên li welatên xwe ji Kurdan re ti çareserî nedîtine heya ji Sûriyê re bibînin. Ev jî şiroveya siyasetmedarên ku di pirsgirêka Kurd de pisporin dibêjin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin