Nûnerê NY bang li Rûsya û Esed kir

08 hezîran 2019 16:57
Nûnerê NY bang li Rûsya û Esed kir

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îdlibê hejmara sivîlên di pevçûnan de têne kuştin û birîndar dibin zêdetir dibin.

Nûnerê  NYyê Najat Rochdi li Cenevre ya Swîsrê da xuyakirin, şerê tund ê li Sûrîyê gurtir dibe û dîyar kir ku zarok û jin têne kuştin.

Rochdi got ku Îdlib û derdora wê bi kêşeyeke mezin ya mirovî re rû bi rû maye ku di şer û pevçûnên vê dawiyê zêdetirî 160 sivîl hatine kuştin.

Nûnerê NY herwiha bang li rejîma Esed û Rûsya û opozîsyonê kir ku sivîlan ji şer û aloziyan biparêzin.