Nûnerê Amerîka ji bo rêkeftina aliyên Rojava spasiya Serok Barzanî kir

17 hezîran 2020 19:26
Nûnerê Amerîka ji bo rêkeftina aliyên Rojava spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymanîya Navdewletî de Wiliam Roebuck ku serpereştiya rêkeftina navbera alîyên Rojavayê Kurdistanê kir, piştî daxuyaniya hevbeş spasîya Serok Mesûd Barzanî kir ku xwedî roleke girîng e di gihîştina qonaxa nêzîkbûna alîyan de.

Robak got, “Amerîka hêvîdar e ev pêngav bibe binemaya avakirina binaxeyeke bihêz bo gelê Kurd li Suriyê.”

Nûnerê Amerîkî di civîna rojnamevanî de wiha axivî:

“Dixwazim bi navê hikumeta Herêma Kurdistanê behsa hewlên herdu alîyan bikim ku bi saya wan di danûstandinan de pêşketin çêbûne. Herdu alî gihîştine hevtêgihîştineke destpêkî ya bicihanîna rêkeftina Duhokê ya 2014an wek bingeha danûstandinan. Em ji ber pêşveçûnên wan danûstandinan îro li vir in daku pîrozabahîyê li vê pêşketinê û pêngava girîng bikin. Belê bêguman hê gelek kar maye bê kirin. Tevî vê yekê jî herdu alîyan gelek gav avêtine heya gihîştine vê qonaxê, ku di rojên pêş de ev pêngavên han li berjewedîya gelê Kurd e.”

 Robak got: “Ez di wê bawerîyê de me ku em dikarin bi vê pêngavê karên mezintir ava bikin û danûstandinên berfirehtir bikin ku di rojên pêş de tevahiya alîyên bakûrê rojhilatê Suriyê li xwe bigire.”

Di dawiyê de William Robak spasiya General Mezlûm Ebdî herwiha spasîya Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir ji bo hewlên wan ên yekrêzîya Kurdî.