Nûnera taybet ya NY Hennis-Plasschaert bû koordînatora taybet ya Lubnanê ya NY
20 gulan 2024 23:35
PeyamaKurd – Nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bû koordînatora taybet ya Neteweyên Yekgirtî li Lubnanê. Hennis-Plasschaert di warê dîplomasî, ewlehiya navdewletî û babeta Rojhilata Navîn de xwediyê 25 sal tecrubeye ku sekreterê giştî yê NY vêya dibêje.
Ji beşa derdevkiya NY, li ser tayînkirina Hennis-Plasschaert ji bo Lubnanê hat gotin ku wê di şûna koordînatora taybet ya Lubnanê Joanna Wronecka de kar bike û di ragihandinê de sipasiya Wronecka hat kirin.
Ji sala 2018an heya niha jina Hollandî Hennis-Plasschaert li Iraqê nûnertiya taybet ya NY li Bexdayê dike û bi zimanên Îngilizî, Fransizî û Almanî dizane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hizbullahê nûnera taybet ya NY ya Iraqê Plasschaertê tehdîd dike
20 mjd 2021
Cîhan
Neçîrvan Barzanî û nûnera taybet ya NY Plasschaert hevdîtinekî kirin
21 rbn 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin