Nûnera NY ya Iraqê wê li Konseya Ewlekariyê behsa kêseyên Hewlêr-Bexdayê bike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Berpirsa UNAMI û Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, li Civata Giştî ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) raporekê li ser rewşa dawî ya Iraqê û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşkeş bike.
Jeanine Hennis-Plasschaert piştî biryara parlamentoya Iraqê ya bêyî amadebûna parlamenterên Kurd, pejirandina yasaya tijekirina budceyê bi deynan û qutkirina budçeya herêma Kurdistanê rapora xwe pêşkeşî KENY dike ku wê behsa vê mijarê û pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê jî bike.
Herwiha tê çaverêkirin behsa rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê û deverên Kurdistanî yên dikevin nav madeya 140 a destûra Iraqê jî bê kirin.
Berpirsa UNAMI Jeanine Hennis-Plasschaert 19ê Mijdarê tevî şandeke hikûmeta Iraqê serdana parêzgeha Nînowayê kiribû û bi pêkhateyên Şingalê re civiyabû ku NY navbeynkariya bicihanîna rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin