Nûnera Neteweyên Yekgirtî bi peyamekê êrîsa li ser Hewlêrê sermezar kir
07 tîrmeh 2021 16:30
PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de peyamek belav kir û diyar kir: “Nabe rewatiya dewletê ji aliyê komên çekdar ve gef lê were xwarin.”
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert li ser Twitterê nivîsî û got: “Êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê, binpêkirina serweriya yasayî ya Iraqê ye û ev cure kiryar, Iraqê ber bi çarenivîseke nediyar ve dibin.”
Jeanine Plasschaert destnîşan kir: “Tenê Iraqî baca van êrîşan didin û nabe rewatiya dewletê ji aliyê komên çekdar ve gef lê were xwarin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nûnera Neteweyên Yekgirtî: Partî li gor daxwazên xelkê gavan davêjin
19 gln 2023
Jiyan
Neteweyên Yekgirtî êrîsa ser Balafirgeha Kabîlê sermezar kir
26 tbx 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin