Norweç 100 fuzeyên balafiran sand Ûkraynayê

20 nîsan 2022 20:31
Norweç 100 fuzeyên balafiran sand Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezareta  berevaniyê ya Norweçê ragihand ku wan 100 fuzeyên balafiran yên malê Fransiz yên bi navê Mistral şandiye Ûkraynayê. Wezîrê bergiriyê Bjorn Arild Gram got ku fuzeyên Mistral wê fêdeyên zêde bide Ûkraynayê, fuzeyên nûjenin û bandora wan zêde ne.

Wezîr Gram got ku welatên din jî sîlihên weka Mistralê şandine Ûkraynayê. Ji roja ku şerê li Ûkraynayê destpêkiriye heya niha dewleta Norweçê 4 hezar fuzeyên tanksawar û techîzatên leşkerî şandiye Ûkraynayê.