Nivîskar û wergêrê navdar Ezîz Gerdî koça dawî kir
06 hezîran 2022 16:39
PeyamaKurd – Nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd Ezîz Gerdî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Li gor zanyariyan, nivîskarê Kurd Ezîz Gerdî îro danê sibê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Hat zanîn, Ezîz Gerdî demek dirêj bû nexweş ketibû û herî dawî li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê hatibû razandin.
Ezîz Ehmed Ebdullah (Gerdî) sala 1947 li Helwêrê ji dayîk bibû û mala wî li nahiya Behrikê ya Hewlêrê bû. Ezîz Gerdî nezewicîbû û tevahiya temenê xwe ji bo nivîskarî û wergerandinê terxan kiribû.
Ezîz Gerdî ji bilî Kurdî, çar zimanên din jî dizanî: Fransî, Înglîzî, Erebî û Farisî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nivîskarê navdar ê cîhanî Selman Rusdî çavek û destekî xwe ji dest da
24 cot 2022
Magazîn
Xelata rêzgirtinê dan nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost
23 îln 2022
Jiyan
Peyamnêr û nivîskarê ‘herî navdar’ Robert Fisk mir
02 mjd 2020
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin