Nivîskar û Helbestvan Dr. Refîq Sabîr koça dawî kir

28 sibat 2026 15:48

Helbestvan û nivîskarê Kurd Dr. Refîq Sabîr îro li Swêdê koça dawî kir.

Nivîskar û Helbestvan Dr. Refîq Sabîr koça dawî kir
Dr. Refîq Sabîr

RûpelNews - Îro (28.02.2026) saet 8ê serêsibê li Nexweşxaneya Karolinska ya li Stockholmê, Nivîskar, helbestvan û lêkolînerê Kurd Dr. Refîq Sabîr ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Dr. Refîq Sabîr kî ye?

Sala 1950î li bajarê Qeladizê ya Herêma Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1968î dibistana amadeyî qedandiye. Sala 1974î beşa Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Bexdayê xilas kiriye. Salên 1979 heta 1982an Pêşmerge bûye.

Di navbera salên 1982-1987an de ji Zanîngeha Sofya ya Bulgaristanê de doktoraya xwe ya di Felsefeyê de wergirtiye. Ji sala 1989an ve li Swêdê dijiya.

Kar û berhemên wî:

Dr. Refîq Sabîr yek ji helbestvanên Kurd ên herî navdar û nûjen bû. Wî di warên felsefe, dîrok û lêkolînên siyasî de dinivîsand. Gelek pirtûkên wî yên helbest, dîrok û lêkolînên siyasî hene. Wî bi Soranî dinivîsand.

Berhemên wî bi zimanên Kurdî Soranî/Kurmancî, Swêdî, Îngilîzî, Farisî û Erebî hatine weşandin.