Nirxê petrolê berz bû
Ji ber nediyarî û dorpêça li ser Tengava Hurmuzê nirxê perolê berz bû û lji 111 dolarî derbas bû.
RûpelNews - Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 52 sentan bilind bû û bermîla wê bi 111 dolar û 78 senanî hat kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 57 sentan bilind bû û bermîla wê bi 100 dolar û 50 sentan hat kirîn û firotin.
Dorpêça li ser Tengava Hurmuzê
Sedema bihabûna petrolê ya van çend rojên borî, ji ber îhtimala dirêjkirina dorpêça li ser benderên Îranê ye. Hêzên Deryayî yên Amerîkî hê jî nahêlin ku keştî ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Ev rewş di dabînkirina petrolê ya cîhanê de dibe sedema pirsgirêkên mezin. Rojnameya Wall Street Journalê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berpirsên îdareya xwe raspartine da ku xwe ji bo dirêjkirina dorpêça li ser benderên Îranê amade bikin.
