Nicolas Maduro di hilbijartinên Venezuelayê de bi ser ket
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokomarê niha Nicolas Maduro di hilbijartina serokomariyê ya Venezuelayê de bi ser ket.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuelayê (CNE) Elvis Amoroso di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di hilbijartina serokomariyê ya ku 10 berendam tê de rikberî kirin de Maduro bi ser ket.
Li gorî encamên yekem, Maduro bi rêjeya ji sedî 51,20 garantî kir ku di hilbijartina serokomariyê de cara sêyemîn bi ser bikeve.
Namzedê Platforma Yekgirtûya Demokratîk (PUD) ya muxalefetê Edmundo Gonzalez bi rêjeya ji sedî 44,20 di rêza duyemîn de ye.
Hat diyarkirin ku rêjeya beşdariya li sindoqan ji sedî 59 bû.
Nicolas Maduro dê di 10ê Çileya 2025an de wek serokê nû yê welêt sond bixwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin