Nexwesxaneya Pêsmerge bi merasîmeke fermî hat vekirin
PeyamaKurd - Nexweşxaneya Pêşmerge ku ji aliyê Almanyayê ve hatiye çêkirin, îro çarşemê (24.04.2019) bi merasîmeke rermî hat vekirin û dest bi xizmeta tendirûstiyê kir.
Rayedarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di merasîmê de axaftinek kir û ji bo alîkariyê spasiyên xwe ji rêveber û xelkên almanî re kir. Di merasîmê de herweha rayedarê leşkerî yê almanî jî axaftinek kir.
Nexweşxaneya ku temelê wê di tebaxa 2017an de hatibû avêtin, bi taybetî dê xizmetê bide hêzên Pêşmerge û mûçeya wê jî dê ji aliyê Almanyayê ve were dabînkirin.
Ji hêla din ve hêjayî gotinê ye ku kes û kar û xizmên Pêşmergeyan jî dê bikaribin ji nexweşxaneyê Pêşmerge îstîfade bikin. Xebatkarên nexweşxaneyê dê ji Kurdistanê û şêwirmendiya wê jî wê Almanya bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin