Neteweyên Yekbûyî sibe ji bo êrîsên Tirkiyê dicive

15 cotmeh 2019 22:14
Neteweyên Yekbûyî sibe ji bo êrîsên Tirkiyê dicive

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li ser daxwaza Fransa û Brîtanya, Belçîka, Almanya û Polenda sibe Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)bi awayekî awarte tê civandin.

Çend dîplomatên welatên Yekîtiya Eropayê (YE) ji ajansa Reutersê re ragihandin ku welatên Fransa û Brîtanya, Belçîka, Almanya û Polenda bo gotûbêjkirina êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê dicin.

Konseya Ewlekariyê ya NY hefteya borî jî bi rûniştineke girtî li ser êrîşên Tirkîyê yên dijî Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiribû.

Di wê civînê de Brîtanya, Fransa, Belçîka, Polonya, Almanya û Estonya xwestin ku operasyona Tirkîye were şermezar kirin, Rûsyayê ew daxwaz red kiribû.